• Saturday, 14 February 2026
logo

Şanda hevpeymanan û wezareta pêşmerge civiyan

Gulan Media March 18, 2019 Nûçe
Şanda hevpeymanan û wezareta pêşmerge civiyan
Di çarçoveya civînên hevbeş yên di navbera wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê û hêzê hevpeymaniya cîhanî de, îro li Hewlêrê civîneke din ya hevbeş hate lidarxistin.

Di civînê de ku Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê têde beşdar bû, behsa hewldanên heyî yên bo reform û yekxistina wezareta pêşmerge hate kirin û şanda mêwan piştgîriya xwe bo reformên nava wezareta pêşmerge û yekxistina wezaretê diyar kir.

Her di heman civînê de behsa çawetiya yekxistina hêzên yekîneya 70 û 80 û herwiha çawetiya domandina perwerde kirina hêzên pêşmerge hate kirin.

Top