• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Şingalê şer di navbera Artêşa Îraqê û YBŞê de derket

Gulan Media March 18, 2019 Nûçe
Li Şingalê şer di navbera Artêşa Îraqê û YBŞê de derket
Li Şingalê şer di navbera Artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê de derket.



Rêveberê bajarokê Sinûnê Xwedêda Çukê ji Rûdawê re ragihand ku li Şingalê şer di navbera Artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê yên bi YBŞê naskirî ne, derket.



Li gorî zanyariyên Rûdawê, hêzeke YBŞê li sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bûye û di wê demê de hêzên Iraqî rê li ber wan girtine û nakokî di nabera wan de derketiye û pevçûn çêbûye.



Di şer de herî kêm 3 kes ji hêzên Iraqê û YBŞê hatine kuştin û pêtirî 5 kesan jî ji her du aliyan birîndar bûne.



Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim ragihand ku şer li navçeya Tiribke ya serbi bajarokê Sinûnê çêbûye, kuştî û birîndarên Artêşa Îraqê û Heşda Şeibî ji bo nexweşxaneya Sinûnê hatine veguhestin.



Tehsîn Qasim da zanîn ku yek ji kuştiyên artêşa Iraqê, serbazekî xelkê Bexa ye û navê wî Muhened Casim e.



Yekîneyên Berxwedana Şingalê ku bi YBŞê tê naskirin, ji hêzên alîgirên PKKê li Şingalê pêk tê.

Rudaw
Top