• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Enqerê rikeberiya berbijêrên AK Partî û CHPê dijwar bûye

Gulan Media March 18, 2019 Nûçe
Li Enqerê rikeberiya berbijêrên AK Partî û CHPê dijwar bûye
Li paytextê Tirkiyê bajarê Enqerê rikeberiya namzedên AK Partî û û CHPê li ser şaredariyê her ku diçe dijwartir dibe. Li gorî beşek kompanyayên rapirsiyan heta demek beriya niha jî namzedê CHPê li pêş bû, lê niha êdî namzedê AK Partiyê li pêş e.



Hilbijartinên heremî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîk dibin û bi taybetî jî li bajarên mezin rikeberiya partiyên siyasî jî xurtir dibe. Piştî Stenbolê bajarê herî zêde rikeberî li ser tê kirin bajarê Enqerê ye.



Heta niha li gor encamên rapirsiyan li Enqerê namzedê CHPê Mansur Yavaş li pêş xuya dike, lê kompanyaya rapirsiyan DÎ-EN di dawî rapirisya xwe de îda dike ku namzedê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî li pêşiya namzedê CHPê ye.



Derbarê vê yekê de Rêvebera DÎ-ENê Hadiye Yurtoglu ji Rûdawê re wiha got: “Mansur Yavaş dengên xwe ji dest dan. Li aliyê din di destpêka bangeşeyan de rêjeyeke zêde ya dengdêrên bêbiryar hebûn ku piraniya wan jî dengdêrên AKPê bûn. Piştî daxuyanî hewlên birêz Erdogan ew dengdêrên bêbiryar jî niha biryara xwe dane ku dengê xwe bidin AKPê. Rewş mehek berî niha cuda bû, lê niha rewş guherî em dikarin bêjin ku dê li Enqerê Mehmet Ozhasekî biserbikeve.”



Li gor rapirsiya DÎ-ENê rêjeya dengên namzedê AK Partiyê ji sedî 36.9, rêjeya dengên namzedê CHPê ji sedî 32.4. Analîstekî nêzîkî hikumetê jî dibêje li ser encamên Enqerê dê bandora dengdêrên HDPê hebe.



Serokê Kompanyaya MAKê Mehmet Alî Kulat jî wiha axivî: “Rast e ku li gorî amarên helbijartinên giştî, hejmara dengdêrên HDPê li Enqerê li gorî Stenbolê kêm e, lê niha em dibînin ku li Enqerê, rikeberiyeke gelek tund heye û ferqa di navbera namzedan de tenê ji sedî 1 e. Di rewşeke wiha de dengdêrên Kurd û dengdêrên HDPê dikarin bandorê li encamê bikin.”



Li gorî amarên dawî li sê heremên cuda yên Enqerê dê 3 milyon û 904 hezar û 585 dengdêr li 11 hezar û 292 sindoqan dengên xwe bidin.

Rudaw
Top