DAIŞê li sînorê Xurmatû şivanek serjê kir
Duh terorîstên DAIŞê hemwelatiyekî rûniştvanê bajarê Xurmatûyê serjê kir û rêveberê polîsê Xurmatû jî vê derbarê de zanyariyên ku hene aşkera kir.
Îşev 12.03.2023yê rêveberê polîsê Xurmatû Emîd Husên Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Terorîstên DAIŞê hemwelatiyekî rûniştvanê bajarê Xurmatûyê kuştin û serjê kirin.’’
Herwaha got: ‘’Wan rojên borî çar şivan bi armanca çerandina ajalên xwe çûbûne navçeyekî dûr li dest, piştre çekdarên DAIŞê êrîşî wan kiribû ser wan û 3 şivanan karîn xwe rizgar bikin, lê ew kesê ku nekarîbû xwe rizgar bike girtine û piştre jî ew kuştin.’’
Basnews
