• Sunday, 15 February 2026
logo

HSD: 5 hezar terorîst hatine kuştin

Gulan Media March 18, 2019 Nûçe
HSD: 5 hezar terorîst hatine kuştin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku terorîstên DIŞIê li Baxozê li rûberekî biçûk hatiye dorpêçkirin.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabrîel ragihand ku 29 hezar û 600 terorîst û malbatên wan xwe radest kirine û 5 hezar terorîst hatine girtin.

Kîno Gabrîel eşkere kir ku li Dêra Zorê 34 hezar sivîl hatine rizgarkirin û destnîşan kir ku li dijî terorê serkeftinekî mezin hatiye bidestxistin.

Gabrîel eşkere kir ku HSDê ziyaneke mezin gihandiye rêxistina DIŞIê û hêza terorîstan ya berxwedanê nemaye jiber vê çendê tê payîn ku di nava çend rojên pêş de dawî bi operasiyona Baxozê were.

Derbarê birîndar û şehîdên HSDê de jî Kîno Gabrîel eşkere kir ku di operasyonan de heta niha 82 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jiyana xwe ji dest dane û 61 şervan jî birîndar bûne.

Top