Edla Murad ji ber deynê îqamê nikare vegere Rojavayê Kurdistanê
Edla Murad a xelka bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ku ji bo dermankirinê hatibû Herêma Kurdistanê, ji ber deynê îqamê nikare dîsa vegere Rojavayê Kurdistanê.
Edla Murad jineke 50 salî ye û xelka bajarê Qamişlo ye. Ew berî 5 mehan ji bo dermankirinû hatibû Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê li mala xwîşka xwe dima, lê berî mehekê, navbera wê û xwîşka wê nexweş bû, dibêje ew ji mal hatiye derxistin.
Edla Murad biryara dide vegera bajarê xwe Qamişlo, lê li deriyê li sînorê Pêşabûr jê re dibêjin tu nikarî vegerî ji ber ku ceza li ser te heye.
Edla Murad dibêje: “Xwîşka min ji min re got pêwîst nake ku tu herê û cezayê bide ji ber ku te forma UN heye. Xwîşka min tu çareserî ji bo min nekir û berî 2 heftiyan kêşeyek di navbera min û wê de çêbû, lewma gote min ji malê derkeve. Ez çûm Deriyê Pêşabûr ji bo ku ez vegerim Rojavayê Kurdistanê, lê li derî ji min re gotin ku ceza li ser te heye û nabe tu derbas bibe heta ku tu wan pereyan nedî.”
Her penaberekê Rojavayê Kurdistanê bi seredan derbasî Herêma Kurdistanê bibe, formeke rêpêdanê bo 30 rojan werdigrê. Divê her meh carekî ew form li yek li rêveberiyên ofîsên Herêma Kurdistanê were nûkirin. Her car 110 hezar dînaran dide û ji mafê penaberaye 3 caran nû bike. Eger nû neke divê rojane 20 hezar dînaran weke ceza bide.
Edla Murad tevî ku wê forma UN derxistiye, lê ew bê îqame ye, lewma niha cezaya 5 mehan li ser heye. Wate niha divê nêzîkî 3 milyon dînaran (nêzkî 1.900 dolar) bide heta vegere Rojavayê Kurdistanê.
Edla Murad dibêje: “Min tiştek navê, tenê dixwazim vegerim Qamişlo ji ber ku ez rezîl bûme li van malan. Ez dixwazim yan kesek pereyên min bide yan jî min lêborînek bo min derkevê, ji ber ku ez nikarim pereyan bidim.”
Edla Murad niha her çend rojan li malakê dimîne û li benda destekiye ku wê vegerîne Rojavayê Kurdistanê.
Rudaw
