• Friday, 20 February 2026
logo

Sûdanî: Guhertina keşûhewa ziyan gehandiye zêdetirî 7 milyon hemwelatiyên Iraqê

Gulan Media March 13, 2023 Nûçe
Sûdanî: Guhertina keşûhewa ziyan gehandiye zêdetirî 7 milyon hemwelatiyên Iraqê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di gotarekî konferansa jînge ya li Besrayê ragehand, guhertina keşûhewa ziyan gehandiye zêdetirî 7 milyon hemwelatiyên Iraqê û bi sedan hezar kes debara wan a jiyanê li ser çandiniyê ye û girtina masiyan e, lê ji ber wê rewşê navçe û cîhên xwe berdane û koçber bûne.

Sûdanî daxwaz kir, konferansekî bilez ji bo tekoşîna li hember bandorên hişkesaî û guhertina keşûhewa li Bexda bê kirin û ragehand: ‘’Destdanîna ser ava herêmî ji aliyê welatên çavkanî ve, erkê tekoşîna li hember bandora guhertinên keşûhewayê girantir dike.’’

Sûdanî diyar kir: ‘’Hişkesaliyê ziyaneke mezin gehandiye xweşikiyên me, ku navê wan di lîsteya şûnweriyên rêxistina UNESCO de jî cîh digrin.’’

Herwaha ragehand: ‘’Yek alî dest danîna ser avê ji aliyê welatên çavkanî ve, erkê navnetewî bo tekoşîna li hember bandoran zehmettir dike. Ji aliyê din ve bandorên jîngeyî diyardeyekî sînor nasnake ye.’’

Sûdanî daxwaz kir, demekî nêzîk de konferansa jîngeyî li Bexda bê kirin, ji bo hewkarî û hemahengiya hevbeş bê bihêz kirin û ezmûn û zanyarî û bername di navbera welatên herêmê de bên bihevguhertin, ku tekoşîneke bi bandor bê kirin.’’

 

Basnews

Top