Polîsên Îtalyayê zêdeyî hezar koçberan ji nav deryayê rizgar kirin
Çûna koçberan bi rêya deryayê ber bi welatên Ewropayê zêde bûye. Polîsên deryayî yên Îtalya, di nava 24 demjimêran de, zêdeyî hezar koçber ji mirinê rizgar kirine. Ajansa Çavdêrî kirina Sînorên Yekîtiya Ewropa eşkere kiriye, ku di nava 2 mehên îsal de, 309 koçber di wê rêyê de xeniqîne yan jî wenda bûne.
Li nav Deryaya Lonian nêzîkê peravên başûrê Îtalyayê belemeke koçberan binav bû, lê vê carê koçber bi şans bûn, polîsên deryayî yên Îtalyayê bi hewara wan ve çûn.
Kaptanê Keştiya Hêza Deryayî ya Îtalyayê Fabio Borriello dibêje: “Em di nav keştiya Dattilo de ne, ku yek ji keştiyên Hêza Deryayî ya Îtalyayê ye, ji serê sibeha îro ve li nav Deryaya Lonian in û me operasyoneke dijwar a rizgarkirina koçberan kiriye ku hejmara wan 800 koçber bû. Operasyona me jî ji ber rewşa hewayê ya xirab a deryaya zehmettir bû.”
Li gor polîsên deryayî yên Îtalyayê, di du operasyonên rizgarkirina koçberan ên di dema 24 demjimêran de, zêdeyî hezar koçber ji mirinê rizgar kirine.
Li bajarokê Cutro yê Îtalyayê, ji ber canjidestdana berdewam a koçberan, xelk ji hikûmetê aciz in û çûn ser cadeyan daku li dijî siyaseta dijwar a hikûmeta Roma ya li beramber koçberan nerazîbûna xwe pêşan bidin.
Xwepêşander Pasquale Figliomeni jî got: “Em li vê derê ne bo bibîranîna kuştineke zêde, mixabin xeniqîna xelkê di nav deryayê de berdewam e, divê dawiyê li wê kuştinê bînin, van tawanan.”
Xwepêşander Rossella Miccio jî dibêje: “Divê, bi rêya danîna kanalên yasayî û silametî rûbirûyê mijara koçberan bibin, ji ber dijwarkirina cezayan dijî qeçaxçiyan dawiyê li wê diyardeyê nayîne.”
Ajansa Çavdêrîkirina Sînorên Yekîtiya Ewropayê eşkere kiriye ku çûna koçberan bi rêya deryayê bo welatên Ewropayê bi awayekî berçav zêde bûye û tenê di dû mehên îsal de zêdeyî 12 hezar kesan bi rêya deryayê xwe gihandine Ewropayê û her di wê demê de jî 309 koçber di wê rêyê de xeniqîne yan wenda bûne.
Rudaw
