Silêman Soylu: AK Partî lawaz bibe,dewlet jî li bakurê Kurdistanê lawaz dibe
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Silêman Soylu dibêje, eger AK Partî ji hilbijartinê lawaz derkeve, dê dewlet jî li bajarên bakurê Kurdistanê lawaz bibe, qeymeqam û Parêzgar nikaribin derkevin kolanê. Soylu li ser nerazîbûna hin welatiyan li Stenbolê da xuyakirin, Partiya Saadet û Îyî Partî hevkariya HDPê dikin û namzetên van partiyan ji HDP deng dixwazin.
Wezirê navxoyê Tirkyê - Silêman Soylu, got".. Piştî hilbijartinê, 1'ê Nîsanê, eger hikûmeta me lawaz bibe, bizanin, li herêmên başûrê rojhelat û Rojhelatê, Ewê nehêlin parêzgar û qeymeqam derkevin ser cadeyê. Ewê keviran bidin destên zarokên şeş salî û rûmeta wan nehêlin. Ji şaredariyên dîsa mirov û pere bişînin çiyê. Dîsa aramiya bajarên mezin têk bidin. Hevpeymaniya Miletê ya partiyên dijbere, hevpeymaniya PKK, FETO ye. Hevpeymaniya Partiya Seadetê û Îyî partî HDP ye û ligelek bajaran niha mil bi mil in."Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Silêman Soylu dibêje, eger AK Partî ji hilbijartinê lawaz derkeve, dê dewlet jî li bajarên bakurê Kurdistanê lawaz bibe, qeymeqam û Parêzgar nikaribin derkevin kolanê. Soylu li ser nerazîbûna hin welatiyan li Stenbolê da xuyakirin, Partiya Saadet û Îyî Partî hevkariya HDPê dikin û namzetên van partiyan ji HDP deng dixwazin.
K24
