• Sunday, 15 February 2026
logo

Beşîr Hedad: Şandina mûçeyê hatiye gerentî kirin

Gulan Media March 18, 2019 Nûçe
Beşîr Hedad: Şandina mûçeyê hatiye gerentî kirin
Cîgirê Serokê Parlementoya Îraqê Beşîr Hedad diyar kir ku şandina mûçeya karmendên hikûmeta Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, hatiye gerentîkirin.

Beşîr Hedad anî ziman ku Bexda û Hewlêr di navbera xwe de lihev kirine û li gor lihevkirinê, şandina mûçeya karmendên hikûmeta Kurdistanê bi awayekî mahane, berdewam dibe û ew yek hatiye gerentîkirin.

Hedad diyar kir ku şandina mûçeya karmendên Kurdistanê ne girêdayî şandina petrolê ye ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve, û eger hikûmeta Kurdistanê petrol bişîne anjî neşîne, vê Bexda mûçeyên karmendan bişîne.
Top