• Sunday, 15 February 2026
logo

Li girtîgeha Tekirdagê çalakvanekî greva birçîbûnê dawî li jiyana xwe anî

Gulan Media March 18, 2019 Nûçe
Li girtîgeha Tekirdagê çalakvanekî greva birçîbûnê dawî li jiyana xwe anî
Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê kiribû ji bo “protestoya tecrîta” li ser rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.



Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê di 1ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kiribû.



Komîsyona Ragihandina HDPê ya Stenbolê ragihand ku Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekirdagê ji bo protestokirina tecrîdê li ser Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.



Di daxuyaniya Komîsyona Ragihandina HDPê de hat ragihand ku bi sedan girtî ji bo “tecrîta li ser Ocalan rabe” di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.



Malbata Gezen cenazê wergirtine û biryar e sibe li Goristanan Yenîkoy a Amedê veşerin.


Rudaw
Top