Li girtîgeha Tekirdagê çalakvanekî greva birçîbûnê dawî li jiyana xwe anî
Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê di 1ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Komîsyona Ragihandina HDPê ya Stenbolê ragihand ku Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekirdagê ji bo protestokirina tecrîdê li ser Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.
Di daxuyaniya Komîsyona Ragihandina HDPê de hat ragihand ku bi sedan girtî ji bo “tecrîta li ser Ocalan rabe” di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Malbata Gezen cenazê wergirtine û biryar e sibe li Goristanan Yenîkoy a Amedê veşerin.
Rudaw
