• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî: Bi ti awayekî rê nayê dayîn ku xwîşk û birayên Êzdî bên piştguh kirin

Gulan Media March 12, 2023 Nûçe
Serok Barzanî: Bi ti awayekî rê nayê dayîn ku xwîşk û birayên Êzdî bên piştguh kirin

Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Adara 2023an pêşwazî li Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzidiyan, Şêx Elî Elyas Baba Şêx û Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan kir.

Di hevdîtinê de Mîrê Êzidiyan behsa encamên serdana xwe ya li derveyê welat ji bo Serok Barzanî kir, her wiha pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo azadkirina Şingalê û parastin û piştevaniya Kurdên Êzîdî û pêkhateyên din nîşan da.

Her wiha di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê di zûtirîn dem de rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û astengiyên li pêşiya vegera koçberan bo warê bav û kalan bên rakirin. Di derbarê pirsa Şingalê de jî Serok Barzanî got ku ew bi her awayî piştevaniya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin. Her wiha bi pêwîst zanî ku hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin û rewşa Şingalê asayî bibe û radestî xelkê xwecihî yê Şingalê were kirin. Serok Barzanî amadebûyên civînê dilniya kir ku ew rê nadin xwişk û birayên Êzîdî bên piştguh kirin.

 

Basnews

Top