Nêçîrvan Barzanî: Emê geştîyarîyê bikin serçaweyê dahatê
Nêçîrvan Barzanî di çarçova gotara xwe de amaje bi aliyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê kir û ragihand, sirûşt, çiya, deşt, gelî, çem, rûbar û jîngeha Herêma Kurdistanê guncaw ji bo bibe navendeke geştiyariyê ji hemû werzên geştiyariyê re.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo geştiyariyê bi awayekî sereke pişt bi karta taybet dibeste, karta taybet dikare ji bo avakirina jêrxaneyeke geştiyariyê roleke bi bandor bibîne.
Herwiha got: Pêwîst e Herêma Kurdistanê piraniya dahatê wê ne li ser petrol û samanên sirûştî be, belkû divê karta geştûguzarî û çandiniyê jî hebe.
Diyar kir, zemîneya webirhênana bi awayekî heye, dikare bibe jêdereke baş ji webirhînanê re herêm jî jêrxaneyeke baş a geştûguzariyê ava bike.
Di beşeke din a gotarê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û ragihand, bi hêvî li pêşeroja pêwendiyên bi Bexdayê re dinirin û hemû pirsgirêk bi guftûgo û di çarçova destûrê de bêne çareserkirin.
Waar.tv
