Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê destkefteke mezin ya tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê ye
Serok Barzanî di bîranîna 53 saliya rêkeftina 11ê Adarê de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Binavê xwedê mezin
Rêkeftina 11ê Adarê yek ji destkeftinên pirbuha yên tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê ye û girîngiya vê bûyera dîrokî di vê yekê deye ku, di encama xebat û şoreşa gelê Kurdistan û PDK bi Rêberatiya Barzaniyê Nemir, rejîma vê demê ya Îraqê neçar bû di roja 11ê Adara 1970an de bo cara ewil û bi awayeke fermi beşek ji mafên gelê Kurd, ev mafên ku, her ji destpêka ava bûna dewleta Îraqê ve hatibûn binpêkirin qebûl bike.
Rêkeftina 11ê Adarê ku, berhema xebat û qurbanîdana pêşmerge, xelk û tevahiya pêkhateyên olî, etnîkî yên Kurdistanê bû, pênas û hebûna gelê Kurdistanê di nava Îraqê de xiste nava qonaxeke bilindtir û bawermendî di nava dilê takên Kurdistanê de bihêztir kir.
Her çend rejîma Îraqê li ser soz û îmzeya xwe newesta û pişt li rêkeftin û mafên gelê Kurdistanê kir lê ev destkefta han deriyek bû bo qonax û pêngavên mezintir yên di nava xebata gelê me de û bidest xistina destkeft û serkeftinên zêdetir.
Di 53 saliya rêkeftina 11ê Adarê de rixmî ku, tekez li ser peyama aştîxwazane û bihevre jiyana gelê Kurdistanê dikin, vê yekê jî bi bîra tevahiya aliyan dixin ku, gelê Kurdistanê di bin ti şer û mercan de dev ji maf, azadî û destkeftiyên xwe ber nade.
