Li Baxozê 1300 çekdar û kesûkarên DAIŞê xwe radest kirin
Li Baxozê şerê şervanên HSDê bi piştîvaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî çekdarên DAIŞê di rûberekî gelekî teng de bi dijwarî berdewam dibe, di heman demê de jî şervan korîdorên mirovî ji çekdar û kesûkarên DAIŞê re yên xwe radest dikin vedikin.
Derbarê vê yekê de Serokê Ofîsa Ragihandina HSDê Mistefa Balî wiha got: “Helbet şerê li ser çeperên Baxozê ku şervan dijî terorîstan dikin berdewam in. Doh me karî hejmarek terorîst neçar bikin û xwe radest bikin. Hejmara wan di navbera 1200 heta 1300 çekdar û kesûkarên DAIŞê bûn, û me ew ji Baxozê veguhestin.”
Şerê dawî li Baxozê dijî DAIŞê li gor fermandarên meydanî yên HSDê gelekî bi derengî bi pêş ve diçe, tenê du bijarde li pêş çekdarên DAIŞê ne, xweradestkirin û yan jî şerê heta mirinê.
Balê herwiha got: “Heta niha şer li çeperan bi dijwarî berdewam dibe, firokeyên Hevpeymaniyê jî çavdêriya tevgera terorîstan dikin. Li çeperên şer hêzên me bi pêş de diçin, lê hêj hinek tişt zelal nebûne, em li benda ku çekdar xwe radest bikin an em dê wan hemûyan bikujin.”
Li gor Nûnerê Amerîka bo Sûriyê James Jaffry, li Baxozê tenê çend sed çekdarên DAIŞê di kêmî yek kîlometreyê de asê mane, herwiha li gor Jaffry hêj 15 heta 20 hezar çekdar û alîgirên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê mane.
Rudaw
