• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Dêrsimê efserek, hevjîn û kurê wî kuştî hatin dîtin

Gulan Media March 17, 2019 Nûçe
Li Dêrsimê efserek, hevjîn û kurê wî kuştî hatin dîtin
li bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê çawîşekî pispor, hevjîn û kurê wî di mala xwe de mirî hatin dîtin, hat tespîtkirin ku bi çekê gule berdane wan.



Li gor agahiyên berdest niştecihên lojmanên cendirmeyan ên li Taxa Ataturkê ji çawîşê pispor Huseyîn Bektaş û malbata wî tu xeber hilnedan û li deriyê wan xistin.



Derî nehat vekirin û li ser vê yekê niştecihên avahiyê xeber dan cendirmeyan.



Tîmên cendirmeyan derî şikandin û ketin hûndir û cesedên çawîşê pispor Huseyîn Bektaş, hevjîna wî Sîbel û Doruk (8) ê kurê wan dîtin.



Tîmên polîsan çûm cihê bûyerê û di lêkolînê de demanceya ku tê gotin di bûyerê de hatiye bikaranîn û ya Huseyîn Bektaş e dîtin.



Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.



Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.


Rudaw
Top