Berpirsekî PDKê: Hewldanên asayî kirina rewşa Kerkûkê berdewam in
Endamê encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Hêriş Cebarî ji BasNewsê re ragehand, naha PDK hewlên bihêz dide bo asayî kirina rewşa Kerkûkê û bi biryara PDKê, serokê encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyan ê PDKê di guftûgoyê de ye li ser çarenivîsa Kerkûkê. Çûna PDKê bo Kerkûkê li gel aliyên din ve, girêdayî asayîbûna rewşa bajar e û PDK dê bi awayekî wegere Kerkûkê, ku daxwazên wê bicîh hatibin. Herwaha PDK ji bo asayî kirina rewşa bajar di nav hewldanên cidî de ye.
Herwaha got: ‘’Naha lijneyekî me heye ku rasterast Dr. Kemal Kerkûkî serpereştiya wê dike û guftûgo li gel aliyên din tên kirin bo asayî kirina rewşa Kerkûkê. Ji bo wê jî hewldanên cîdî hene, ku Kerkûk ji dest rêveberiya leşkerî û rewşa xirab bê derxistin û dawî bi wê rewşa xirab bê anîn.’’
Basnews
