Li Tirkiyê zimanê partiyan li hember hev tund bûye
Partiya Demokrat a Gelan (HDP) di van hilbijartinan de, planeke nû cîbicî kiriye, ew jî hebûna hevahengiyê ye ligel partiyên din ên opozisyonê.
Hevserokê HDPê Sezai Temelli ji alîgirên partiya xwe re dibêje ku binkeyên we li kuderê bin, divê hûn herin û deng bidin û nîşan bi wê yekê jî da, ku plana HDPê desthilat xistiye heyrê.
Sezai Temelli diyar kir: “Îzmîr xwediyê Hekarê ye, Wan xwediyê Îzmîrê ye, Qers xwediyê Stenbolê ye, em emaneta hev in û hemû bi hev re xwediyê welatê xwe ne. Me stratejiyaya wiha cîbicî kiriye ku bi sedema wê serê wan tevlî hev bûye, bê guman têk didin, ji ber ku me rê nedaye ev welat bê çareser û bê bijardeya duyem be.”
Temelli di mitîngan de dibêje: "Em li Kurdistanê dibin" û li bajarên Tirkiyê AK Partî û MHPê dişikînin.
Vê yekê gelekî Erdogan hêrs kir, bi awayekî ku di mitîngan de, girteya Sezai Temelli nîşanî xelkê dide, penceya xwe arasteyî Herêma Kurdistanê radikişîne û ji Temelli re dibêje: “Eger tu ji Kurdistanê hez dikî here wê derê.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Ev zilam ne Kurd e ha. Ez ji we re bêjim, ev zilam bê esl e, dixwaze li ser hisabê birayên me yên Kurd deskteftiyan bidest bixe. Baş e dipirsim, li vî welatî Kurdistan heye? Li welatê me herêmên başûrê rojhilatê Anadol, Rojhilatê Anadol, Qeredenîz, Akdenîz, Anadola Navîn û Egeyê heye, lê herêmek bi navê Kurdistanê li Tirkiyê tune ye. Ha eger tu ji Kurdistanê hez dikî, li Bakurê Iraqê Kurdistan heye, here wê derê.”
Erdogan di van hilbijartinan de, gelek rexneyan li partiyan dike û dibêje: “Hemûyan ligel HDPê li dijî AK Partî destên xwe dane hev.”
CHPê jî yekser bersiva van gotinên Erdogan nade û bêhtir tekeziyê li ser rewşa abûrî ya welat dike.
Serokê Giştî yê CHPê berê xwe da dengderên AK Partî û got: “Li Tirkiyê dema lêpirsîneke wijdanî hatiye.”
Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu diyar kir: “Bîr li partiyekê bibin, ku dema 17 salan welat birêve bibe, bi tenê hukim bike û bikaribe li gorî daxwaza xwe yasayan derxe. Rêveberê giştî, rawêjkar, qaymeqam û parêzgaran damezrîne. Hemû awayên giştgiriyê derbixe. Di dema 17 salan de, ti astengî li ber nebe, bacê ji 82 milyon kesî werbigire, 500 milyar lîre deyn werbigire. Piştî 17 salan ew desthilat welatiyên xwe bişîne rêz û dora kirîna pîvazan! Li vê derê daxwazê ji wan birayên xoşewîst dikim ku deng didin AK Partî, ku bira û xoşewîstên me ne û rêzgirtina me ji nerîna wan a siyasî re heye, ji wan re dibêjim, êdî pêwîstiya Tirkiyê bi lêpirsîneke wijdanî heye.”
Roja 31ê Adara 2019an, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, deng ji bo şaredariyan didin. Her partiyek çend armancên wê hene. Armanca HDPê birina wan şaredariyên Bakurê Kurdistanê ye, ku desthilatên qeyûmî ji wan re hatine danîn
Rudaw
