• Friday, 20 February 2026
logo

Di Doza Pinar Gultekîn de biryara dawî hat dayîn

Gulan Media March 11, 2023 Nûçe
Di Doza Pinar Gultekîn de biryara dawî hat dayîn

Tawanbar Cemal Metîn Avci yê ku li Mugla ya Tirkiyê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn kuştibû, cezaya heta hetayê ya giran xwar.

Tawanbarê girtî Cemal Metîn Avcî û birayê wî Mertcan Avci yê ku dihatin darizandin bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) beşdarî rûniştina dozê ya li 4emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Herêmê ya Îzmîrê bûn.

Bavê Pinar Gultekîn Sidik Gultekîn, dayik Şefîka Gultekîn, parêzer û nûner li salona dadgehê amade bûn.

Parêzerên malbata Gultekîn daxwaz kirin cezaya herî giran, bê kêmkirin were dayîn ji bo tawanbaran ji bo ku bibe mînak.

Di dema axaftina parêzeran de dayika Pinar Gultekîn bi daxwaza ku ji aliyê derûnî ve xwe baş hîs nake ji salonê derket.

Bav Sidik Gultekîn diyar kir ku keça wî bi hesteke hovane hatiye şewitandin û got, “Vî hovî hemû malbat hilweşand. Dadgeha herêmî rapora tiba edlî tomar nake. Dadgeha herêmî ji gotinên hovekî bawer kir. Em cezaya herî giran çi be wê dixwazin. Tekane tişta ku ez ji we dixwazim dadperwerî ye.”

Parêzerê malbata Gultekîn Rêzan Epozdemir destnîşan kir ku tawanbar bi awayekî pir profesyonel û xwînsar ew kuştiye û anî ziman, “Eşkere ye ku kiryara tawanbar hovane û bi îşkenceyê bûye, plankirî ye. Tawanbar her tim îfadeyên xwe yên provokasyona neheq guhertiye. Birayê wî jî tawanbar e.”

Parêzerên tawanbaran diyarkirin ku muwekîlên wan çalakî plan nekirine, ji nişka ve pêk hatiye û divê bendên qanûnê yên di berjewendiya wan de ne bên cibicîkirin.

Tawanbarê Mertcan Avci yê ku ne di girtîgehê de ye îdianame red kir û got, “Mala rezê ya ku cînayet lê pêk hat cihê ku ez her tim diçûmê û lê dimam e. Piştî ku birayê min telefon kir ez çûm cihê bûyerê. Haya min ji bûyerê tunebû. Ez beraata xwe dixwazim.”

Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir.

Kêmkirina teşwîqê ya neheq hat rakirin

Heyetê “kêmkirina teşwîqê ya neheq” ku ji aliyê dadgeha herêmî ve hatibû dayîn rakir û biryar da ku ji ber tawana "kuştina bi qestî bi plankirî û îşkencekirina bi hesteke hovane" cezaya heta hetayê ya giran hat dayîn.

Birayê Avci, Mertcan Avci jî bi îdiaya "jinavbirin, veşartin û guhertina delîlên tawanê" 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Pinar Gultekîn çawa hat kuştin?

Pinar Gultekîn di 16ê Tîrmeha 2020an de li Muglayê ji aliyê Cemal Metîn Avci ve hate kuştin û kujer jî piştî 7 rojan hate girtin.

Li gorî li xwe mikurhatina kujer, wî pêşî li Pinar Gultekînê xistiye, pişt re ew xeniqandiye û bi benzînê ew şewitandiye.

Ji bo ku şopa kuştinê bide wendakirin jî hestiyên wê yên şewitî xistiye bermîlekê, beton rijandiye ser û ew avêtiye nava zeviyekê.

 

Rudaw

Top