Wezareta Berevanîya Tirkiyê: 2 serbazên me li bakûrê Iraqê hatin kuştin
Wezareta Berevanîya Tirkiyê ragihand, îro li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dema hêzên artêşa Tirkiyê mijûlî operasyonê bûn li dijî PKKê, di navbera wan û gerîlayên PKKê de şer derketiye.
Li gorî agahiyên Wezareta Berevanîya Tirkiyê, di wî şerî de 2 serbazên wan hatine kuştin û 8 serbaz jî birîndar bûne.
Wezareta Berevanîya Tirkiyê daye zanîn ku di wî şerî de 6 gerîlayên PKKê jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha PKKê li ser wî şerî tiştek negotiye.
Basnews
