Efrîn: Grûpên çekdar hesin û stûnên pireke dîrokî vedikin û li bazarê difiroşin
Hesin û stûnên pira dîrokî ya Heşargê li Çiyayê Kurmênc li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hatin vekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiriye ku hejmareke çekdar ji endamên grûpa Firqeya 9 a girêdayî Tirkiyê, Text, hesin û stûnên pira xeta trênê li Raco ku bi Heşargê tê naskirin, li devera Meydana a Reco vekirin û li bazarên Efrînê weke parçe difroşin.
Xeta Trênê ya bilez girîngiyeke xwe ya taybet hebû û di salên 1911 destpê kiriye û 1913 temam bûye. Dirêjahiya wê pirê 450 metr bû û bilindahiya wê 95 metro bûn.
Pira Heşargê weke semboleke herêma Efrînê tê naskirin û bi rêya Efrînê Tirkiyê bi welatên Ereb ve girê dide.
Rudaw
