Serok Barzanî pişikdarî rêzgirtina şehîdên Helebçeyê kir
Di tora xwe ya civakî Twitterê de Serok Mesûd Barzanî ragehand: ‘’Ez pişikdarî bêdeng rêz girtinê ya li Baregeha Barzanî ya ji bo şehîdên Helebçeyê bûm, ku roja 16ê Adar a 1988ê bûn armanca êrîşekî hovane ya kîmyayî ji aliyê rejîma Sedam Husên ve.
Herwaha Bargeha Barzanî jî belav kir ku bi amadebûna Serok Barzanî ve merasîma 5 hûrdem bêdeng rawestanê ya rêz girtina giyana şehîdên kîmyabarana Helebçeyê birêve çû.
Waar.tv
