Peyama Encumena Wezîran ya Kurdistanê li ser salvegera kîmyabarana Helebcê
Îro 16 Adarê, sî û yekemîn salvegera kîmyabarana Helebcê ye. Encumena wezîran ya Kurdistanê bi helkefta vê rojê peyamek belav kir. Naveroka peyamê wiha ye:
“Îro sî û yek sal bi ser misîbeta kîmyabarana Helebê ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê ve derbas dibe. Di wê misîbetê de pênc hezar mirovên bê guneh şehîd bûn, bi hezarên din jî birîndar bû û heta niha di nav êş û azara wan birînan da ne. Bi hezaran malbat jî koçber bûn û jîngeha wê devera Kurdistanê jî hat wêrankirin.
Bibîranîna vê misîbetê, ji bilî wê yekê ku nîşandana hurmetê ye bo qurbanîdana gelê me û dîroka tijî xebata me, vê yekê jî têkez dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngîyek micid dide birîndar, mexdûr û malbatên mexdûrên kîmyabaranê her wiha vê yekê jî wezîfeya serekîya xwe dibîne ku zêdetir xizmeta xelkê hêja yê Helebcê bike, helbet ew hêjayî xizmeteka zêdetir û mezintir in.
Hêviya me ji hikûmeta Iraqê jî heye ku wezîfeya xwe ya qanûnî û exlaqî li hember parzêgeha Helebcê bicîh bîne û girîngîyek mezin bide xelkê wê û di warên madî û manewî de wan û jîngeha wê deverê qerebûl bike, ji ber ku dewleta Iraqê ew mexdûr kirine.
Çawa ku Helebceya şehîd, sembola êş û qurbanîdana gelê me ye, bi heman rengî sembola berxwedan û zindîmayîna me ye jî. Ew kesên ku me di vê misîbeta giran de ji dest dane, her dem di bîra me da ne û dê heta hetayî di wîjdana vî gelî de zindî bimînin.
Hezar silav li giyanê pak û bê guneh yê şehîdên kîmyabarana Helebceya ezîz û hemû şehîdên Kurdistanê.”
Basnews
