• Friday, 20 February 2026
logo

TFFê biryara xwe ya li ser Bursasporê ragihand

Gulan Media March 10, 2023 Nûçe
TFFê biryara xwe ya li ser Bursasporê ragihand

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ji ber bûyerên di lîstika Amedspor û Bursasporê de biryar da ku Tîma Bursasporê di 9 lîstikan de bê temaşevan bilize.

Desteya Disiplînê ya Futbolê ser bi Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (PFDK) roja Pêncşemê 9ê Adara 2023an ragihand ku ji ber bûyerên roja lîstika Amedsporê ceza daye Bursasporê.

Li gor daxuyaniya Federasyonê ji ber çalakiyên dijî fermanê û bûyerên di nav stadyumê de cezayê 8 lîstikan û ji ber gotinên kirêt ku cara pêncemîne dubare dibin jî cezayê 1 lîstikê bi giştî Bursaspor dê di 9 lîstikên xwe de bê temaşevan bilîze. Herwiha ji ber sedemên cûda jî 326 hezar lîre cezayê pere bo Bursasporê hatiye dayîn.

5ê Adarê roja Yekşemê li parêzgeha Bursayê lîstika Amedspor û Bursasporê hebû lê alîgirên Bursasporê ji êvar de bi sloganên nîjadperest xwestin êrîşî yarîzanên Amedsporê bikin. Herwiha di nav stadyumê de jî yarîzan û alîgirên Bursasporê êrîşî yarîzanên hemberî xwe kirin û çend ji wan birîndar jî kirin.

Di lîstikê de alîgirên Bursasporê pankartên endamê JÎTEMê Mahmut Yildirim ê bi nasnavê "Yeşîl" û wêneyên "Torosên Spî" vekiribûn.

Li ser vê yekê di medya civakî de nerazîbûn çêbûbû û Federasyona Futbolê ya Tirkiyê hatibû etîketkirin û daxwaza betalkirina lîstikê hatibû kirin. Piştî lîstikê lêpirsîn hatibû destpêkirin û 10 kes girêdayî bûyeran hatibûn desteserkirin lê ew kes piştî du rojan hatin berdan.

 

Rudaw

Top