Partiya Çep: Em bi berbijêrekî biçin hilbijartinan
Endamê Encûmena Serokan a Partiya Çep Onder Îşleyen bang li partî û aliyên siyasî yên opozîsyona Tirkiyê kir ku bi yek berbijêr beşdarî hilbijartinan bibin û got, “Bila bi berbijêrekî biçin hilbijartinan û em vê rejîmê û Erdogan bişînin.”
Endamê Encûmena Serokan ya Partiya Çep Onder Îşleyen roja Pêncşemê 9ê Adara 2023an di bernameyeke televîzyonî de derbarê mijarên di rojevê de û helwêsta partiya xwe ya di hilbijartinên 14ê Gulanê de axivî.
Îşleyen amaje bi wê yekê da ku li Tirkiyê ev dû sal in proseya hilbijartinan destpêkiriye û got, “Niha hinekî din zelaltir bûye.”
Onder Îşleyen bang li partî, hevpeymanî û aliyên siyasî yên opozîsyona Tirkiyê jî kir ku bi yek berbijêr beşdarî hilbijartinên Serokkomariyê bibin û got: “Belê bila em bi yek berbijêr beşdarî hilbijartinan bibin û vê rejîmê û Erdogan bişînin. Ji ber ku em rûbirûyî rejîmek wiha ne ku di serî de dijmina jinan e ku duh (8ê Adarê Roja CÎhanî ya Jinan) li ber wan berbest danîbûn. Ev rejîm dijmina ciwan, kedkar, karker û ilmaniyetiyê ye. Divê erkê sereke yê hemû opozîsyon, civak û aliyên pêşvero û welatperweran şandina vê rejîmê û bi dawîanîna wê be.”
Endamê Encûmena Serokan ya Partiya Çep got, “Divê bi yek berbijerê wiha beşdarî hilbijartinan bibin ku beşeke hemû opozîsyon be û ew berbijêr bêyî ku şansekê ji dest bide di xula yekem a hilbijartinan de biserbikeve û dawîyê li vê selteneta 20 salî bîne.”
Rudaw
