• Friday, 20 February 2026
logo

Wezîrê Asayîşa Îsraîlê: Êrîşkarê Tel Avîvê hat kuştin

Gulan Media March 10, 2023 Nûçe
Wezîrê Asayîşa Îsraîlê: Êrîşkarê Tel Avîvê hat kuştin

Li Tel Avîvê kesekî bi çek êrîş kire ser xelkê sivîl û di encamê de sê kes birîndar bûn, piştre êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Polîsê Tel Avîvê ragihand, kesekî bi çek êrîşî xelkê sivîl kir û sê kes birîndar kirin, birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Wezîrê Asayîşa Îsraîlê Itamar Ben-Gvir ragihand, ev êrîşeke terorîstî ye û êrîşkar li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Ev bûyer di demekê de ye ku Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin li Îsraîlê ye û ji Îsraîl û Filistînê daxwaz kir ku xwe ragirin.

Ligel nêzîkbûna meha Remezanê, tê pêşbînîkirin ku ji ber berdewamiya avakirina yekeyên niştecîbûnê ji aliyê Îsraîlê ve, alozî ber bi zêdebûnê ve biçin.

 

K24

Top