Li Semsûrê erdhejek bi pileya 4.5 rûda
Li navçeya Sîncîk a ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi pileya 4.5 rûda.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Sîncîk a ser bi parêzgeha Semsûrê, bi hêza 4.5 pile erdhej qewimî.
AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 21:55 xulekan de û 9.6 kîlometre di bin erdê de rûdaye.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 46 hezar kesan canê xwe ji dest dan.
K24
