• Sunday, 15 February 2026
logo

PDK: Heta dûmahîka vê mehê serokê Herêma Kurdistanê tê hilbijartin

Gulan Media March 16, 2019 Nûçe
PDK: Heta dûmahîka vê mehê serokê Herêma Kurdistanê tê hilbijartin
Berpirsekî PDKê dibêje, heta dûmahîka Adarê serokê Herêma Kurdistanê dê were hilbijartin.

Endamê serkirdetiya PDKê Aras Heso Mîrxan ji BasNewsê re got, PDKê biryara xwe daye û dê heta dûmahîka vê mehê serokê Herêma Kurdistanê dê were hilbijartin, du rojan piştî wê jî dê serokê Herêma Kurdistanê, kandîdê serokatiya hikûmetê bo pêkanîna kabîneya nû erkdar bike.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, di wê navberê de dê hevdîtinên PDKê bi YNKê re jî bidomin û got, emê bi YNKê re jî hevdîtin bikin da ku digihên rêkeftinê.

Aras Heso Mîrxan anî ziman ku wan biryara xwe dane û got, ji ber wê jî eger YNK bi me re nebe jî emê dest bi pêkanîna hikûmetê bikin.

Kandîdê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û yê serokatiya hikûmetê jî Mesrûr Barzanî ye.

Basnews
Top