Ciwanekî Duhokê ber bi Helebceyê ve dimeşe
Bo dema sê rojane, gencekî xelkê parêzgeha dhokê bi piya ji Duhokê berev Helebceyê şehîd birê keftiye.
Gencê navbirî bi navê Aram Kovlîye, yek ji gencên diyar yên torên civakî ye li Duhokê, sala bûrî jî, li heyva adarê bi piya ji Duhokê berev devera Barzan birê keftibû, bo dema sê rojane, ji Duhokê berev Helebceya şehîd birê ketibû.
Gencê navbirî wek wefayek bo şehîdên Helebce, ji Duhok berev Helebce ve çûye û tê çaverêkirin li rêkeftî 16/3/2023 bigehîte monumênta şehîdên Helebceya şehîd.
Çûna gencê parêzgeha Duhokê karvedanên torên civakî peyda kirine, jiber ko rêka Duhok bo Helebce bi rêkeka dûr dihête hejmartin, ew gence jî dixwaze wek yekem genc wê rîkurdê liser navê xo tomar bike ko bo yekem car gencek ji Duhokê berev Helebceya şehîd birê ketiye.
Basnews
