• Friday, 20 February 2026
logo

10ê Adarê Roja Cilên Neteweyî ye

10ê Adarê Roja Cilên Neteweyî ye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî roja 10ê Adarê wek roja cilûbergên neteweyî ragihandiye, îsal jî roja 10ê Adarê dikeve roja Înê û weke bêhnvedana fermî ye.

Cil û bergên kurdî yek ji sembolên çandî û neteweyî yên Kkrdî ye ku xwedî dîrokeke kevnar e û li gel sembol û hêmanên netewî yên din weke ziman, ax, ala û sirûda netewî, bûye taybetmendiyek cihê ku neteweya Kurd ji neteweyên din cuda dike.

Her sal 10ê Adarê Roja Cil û bergên Kurdî li saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî li dibistanan bi lixwekirina cilûbergên rengîn ên kurdî tê pîrozkirin.

Li her herêm û beşekî Kurdistanê cureyên cilûbergên kurdî ji hev cuda ne.

Cilên Mêran

Rêz û çoxa (çoxa), palto û pantor, şal û şapik, şort û pantol, kember û xiftan, Cemadanî

Cilên jinan

Kiras, cil, kewa (kewe), xeftan, sûxma (sîxma), kulanca (kulonja), salta, hawrî, laçk, gulwanî, pastwen, faqeyana, lawndî, angûçk (teşeyê taybet ê milê kirasê kurdî), çafta, destmal, kolwana Şaroga, deling (şaltor), binkiras (awalkra), her wiha sarubast (lagira, palpla û hejandin), qehwe, xemilandin û sîrke (ewr) ku herî zêde jinên Kalhur bikar tînin.

 

Basnews

Top