• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîra New Zelandê li gel misilmanan civiya

Gulan Media March 16, 2019 Nûçe
Serokwezîra New Zelandê li gel misilmanan civiya
Serokwezîra New Zelandê Jacinda Ardern li gel serkirdeyên civaka misilmanan a li welatê xwe civiya û misilmanan dilniya kir ku ji bo selametiya wan çi ji destê wan were, dê bikin.

Îro şemiyê (16-03-2019) Serokwezîra New Zelandê Jacinda Ardern bi awayekî ser nixumandî li gel misilmanan civiya û ragihand: “Em ji selametiya misilmanan û azadiya raman û pir olî û çandî ya New Zelandê berpirsyar in.”

Jacinda Ardern herwiha diyar kir: “New Zelanda şanazî bi pir olî û pêkvejiyanê dike.”

Êrişa duh a li New Zelandê di çend deh salên derbasbûyî de bûyera herî bi xwîn bû, 29 sal berî niha çekdarek ji ber pirsgirêkeke xwe ya bi cîranê xwe re 13 kes kuştibûn, lê di êrişa duh de 49 kesan jiyana xwe ji dest dan.


Rudaw
Top