• Saturday, 14 February 2026
logo

Adil Ebdulmehdî serxweşî li gelê kurd kir!

Gulan Media March 16, 2019 Nûçe
Adil Ebdulmehdî serxweşî li gelê kurd kir!
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi beyanameyekî serxweşî li gelê kurd kir.

Îro 16.03.2019ê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di beyanameya xwe de ragehand, karesata kîmyabarana Helebçê wijdana mirovahiyê hejandiye û rûpelekî reş a rejîma Beis e li hember gelê kurd û jibîr nabe.

Serokwezîrê Iraqê bi boneya salvegera 31.mîn a kîmyabarana Helebçê serxweşî li gelê kurd kir û ragehand: ‘’Helebçe her dê wek hebûna hovatiya dîktatoriyetê bimîne û gel teqez dike ji bo ceza kirina celad û tewanbarên kîmyabarana Helebçê.’’

Adil Ebdulmehdî şehîdên Helebçê wek ‘’Serbilind û nemir’’ pênase kir û kesûkarên wan şehîdan jî wek hêvinê serbilindiyê pênase kir û serxweşî li gelê kurd kir.

Roja 16ê Adarê 1988ê Iraqê bi çekên kîmyayî ve bajarê Helebçê bombebaran kir û ji ber wê zêdetirî 5 hezar hemwelatiyên kurd, ku piraniya wan jin û zarok bûn şehîd bûn.

Basnews
Top