• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan careke din navê "Kurdistan" dubare kir

Gulan Media March 16, 2019 Nûçe
Erdogan careke din navê
Serokê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan careke din di hevdîtineka xwe de li gel hejmarek kenalên welatê xwe navê Kurdistan dubare kir û got ku, li Tirkiyê Kurdistan nîne.

Erdogan di wê hevdîtina xwe de got ku, APKê gelek deng li Şirnax û Hekarî nebûn lê weke çawe xizmeta Rojavayê Tirkiyê kir xizmeta wan herdu bajaran jî kir.

Herwiha Erdogan got ku, li Tirkiyê Kurdistan nîne lê başûrê rojhileta heyem herwiha rojavayê Tirkiyê heye û ew serkirdeyên HDPê dibêjin Kurdistan bila herin Kurdistan li bakurê Iraqê heye li Tirkiyê nîne.

Ev daxuyaniya Erdogan di demekê de ye ku, berî niha di hevdîtineka xwe de gotibû ku, li serdemê Osmaliyan wîlayetên Kurdistanê hebûn.

Basnews
Top