• Friday, 20 February 2026
logo

Li Bazarcixa Mereşê erdhejek bi hêza 4.0 pile çêbû

Li Bazarcixa Mereşê erdhejek bi hêza 4.0 pile çêbû

Li navçeya Bazarcixê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdheja bi hêza 7.7 pile bû û li 11 bajaran bû sedema wêrankariyeke mezin, paşlerze berdewam in. Demjimêr 00:44 deqe li navenda Bazarcixê bi hêza 4.0 pile erdhejek çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze û erdhejên nû berdewam in. Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), îro Pêşembê demjimêr 00:44 deqe li navenda Bazarcixa Mereşê erdhejek bi hêza 4.0 pile çêbûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Li gor amarên fermî, di wan erdhejan de heta niha zêdeyî 46 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne.

Herwiha bi milyonan welatî jî derbider bûne û li hinek ji wan bajaran koçê destpê kiriye.

 

Rudaw

Top