• Friday, 20 February 2026
logo

Brîtanya, Almanya û Fransa radigehînin ku Îranê nêzîk bûye li çekên atomî û ev yek jî metirsîdar e

Brîtanya, Almanya û Fransa radigehînin ku Îranê nêzîk bûye li çekên atomî û ev yek jî metirsîdar e

 Duh 08.03.2023yê Wezaretên Derve yên Brîtanya, Almanya û Fransayê di beyanameyekî hevbeş de aşkera kirin ku Îran nêzîk bûye ji bidest xistina çekên atomî, ev yek jî pêşhateyekî gelek metirsîdare.

Hersê Wezaretên Derve yên 3 welatên zilhêzên Ewrupa û rojava di beyanameyekî hevbeş de daxwaz li Îranê dikin ku pêbendî plana kar kirina hevbeş û giştgîr be, herwaha hewkar be li gel ajansa wuze ya atomî ya navnetewî.

Li gor kanala El Erebiye beyanameya hevbeş ji encûmena parêzgarên ajansa wuzeya atomî ya navnetewî hatiye kirin û têde nîgeraniya tund a hersê welatan a li hember nêzîkbûna Îranê li çekên atomî ku gelek metirsîdare hatiye ziman.

Herwaha amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku Îran, geheştiye astekî giring a mehandina uranyum û helgirtina uranyumê.

 

Basnews

Top