• Saturday, 14 February 2026
logo

Helebce bi tenê nehêlin

Gulan Media March 16, 2019 Nûçe
Helebce bi tenê nehêlin
Îro 31 sal di ser kîmyabarana Helebce re derbas dibe, di rojeke wek îro di 16.3,1988an de rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn.

Piştî van hemû salan hîna çêrokên tirajedîk ên Helebce û şûna kîmyabaranê li ser gewdê xelkê û sirûşta bajêr mane, ta niha jî hemû zarokên windayî nehatine dîtin û gelek dayikên Helebce li benda kurên xwe ne û birîndar jî li benda dermankirinê ne.

Piştî 31 salan ji kîmyabarana Helebce, ta niha gelek birîndar nehatine dermankirin û îsal nexweşxaneyeke taybet bi birîndarên kîmyabarana Helebce hate vekirin û dawî zarokê windayî yê Helebce yê hatiye dîtin, xelîl Salih e, ku berî çend rojan gihîşte Helebce û bi dîtina malbata xwe şad bû.

Niha Helebce çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê ye, piştî ku Serok Mesûd Barzanî dema Serokê Herêma Kurdistanê bû daxwaz ji Serokatiya Encûmena Wezîrê Kurdistanê kir Helebce bike bi parêzgeh, roja 13.3.2014an Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara parêzgehbûna Helebce îmze kir û di konferanseke rojnamevanî de got: “Di nava nexşeya Herêma Kurdistanê de Helebce bû çarem parêzgeha Herêma Kurdistanê.”

Di pêdaçûnekê de, ji bo cara yekem Kurdistan24 li Tehranê paytexta Îranê diçe gotistana ku zêdetir ji 70 şehîdên kîmyabarana Helebce tê de bi xakê hatine spartin, ku bi birîndarî hatibûn Îranê. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê dibêje, her gorek heger malbata wî serdana wê neke, eger heye miriyekî din li şûna wî bê veşartin.

Çêrokên tirajedîk ên Helebce bidawî nabin û her welatiyekî wî bajarî xwedî çêrokeke cuda ye. Piyayekî Helebce ji piştî kîmyabarana bajêr û jidestdana jin û 4 zarokên xwe, careke din jinekê tîne û navên zarokên xwe yên şehîd li zarokên xwe yên nû dibin dike.

Peyamnêra Kurdistan24ê li Helebce Evîn Eta ragihand, îro demjimêr 10:00 çalakiyek bi boneya 31 saliya kîmyabarana Helebce dest pê dike.

K24
Top