• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Rêvebera Giştî ya Unesco yê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Rêvebera Giştî ya Unesco yê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro çarşemê li Hewlêrê, ligel Rêvebera Giştî ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya Karûbarên Perwerde, Zanist û Rewşenbîrî (UNESCO) xatûn Audrey Azoulay civiya.

Di civînê de behsa kar û çalakiyên Unesco li Herêma Kurdistan û Iraqê kir û balkişand li ser wan cîhên Herêma Kurdistanê ku, şûnewarên dîrokî û kevnar lê hene.

Projeya nûjenkirina Kela Hewlêrê ya dêrîn, mijareke dinê civînê bû û di wê hevdîtinê de xanim Azoulay balkişand li ser pêngav û qonaxên projeyê û spas û pêzanînên xwe ji bo alîkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê nîşan da ku, alîkarî û hevahengiyê bi tevahî li Unesco ra dikin.

Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê xwe ve, kar û çalakiyên Unesco li Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û piştevaniya aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo projeyên wan dûpat kir.

Top