Li Meletiyê avahiyeke 5 qatî hilweşiya
Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê avahiyeke 5 qatî ku di erdheja 6ê Sibatê de zirar gihîştibûyê ji ber sedemeke nehatiye zanîn hilweşiya.
Li gor agahiyan roja Çarşemê 8ê Adara 2023an li taxeke parêzgeha Meletî avahiyeke 5 qatî ku beriya niha di erdheja Mereşê de zerar dîtibû herifî. Piştî agahdarkirinê tîmên AFADê û tîmên tendirûstî û hejmarek hêza emnî jî çûne cihê bûyerê.
Tîmên AFADê kar li ser wê yekê dikin ka di bin kavilan de zindî hene na na. Lê heta niha ti encamek nehatiye wergirtin.
Berdewam hişyarî tê dayîn ku welatî nekevin nav avahiyên zerar dîtî û hatiye qedexekirin ku tişt ji nav avahiyan bên derxistin.
6ê Sibatê du erdhejên mezin li navçeyên parêzgeha Mereşê çêbûn ku li 11 parêzghên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bûn sedema wêrankariyek mezin û canjidestdana zêdeyî 46 hezar welatiyan. Herwiha bi hezaran avahiyan jî zerar dîtine.
