• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî û Falih Feyaz tekezî li hevahegiya Hewlêr û Bexdayê kirin

Gulan Media March 15, 2019 Nûçe
Serok Barzanî û Falih Feyaz tekezî li hevahegiya Hewlêr û Bexdayê kirin
Serok Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz tekezî li hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo welatiyan di warê ewlehî û dabînkirina pêşerojeke baştir de kirin.



Roja înê 15-03-2019an li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê Faleh Feyaz kir.



Li gor daxuyaniya civînê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û şerê DAIŞê û pêngavên binbirkirina terorê li Iraqê hate nirxandin.



Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Di vê civînê de rewşa navçeyên maddeya 140 û hewlên her du aliyan yên ji bo çareserkirina kêşeyan xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya Hewlêr û Bexda li warê emnî û dabînkirina paşarojeke baştir ya ji bo hemwelatiyan kirin.”


Rudaw
Top