• Saturday, 14 February 2026
logo

Karayilan: Armanca PKK demokratkirina Tirkiyê ye

Gulan Media March 15, 2019 Nûçe
Karayilan: Armanca PKK demokratkirina Tirkiyê ye
Murat Karayilan bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide û radighîne: Armanca PKK ne perçekirina Tirkiyê ye, lê demokratkirina komara Tirkiyê ye.

Fermandarê Biryargeha Navendî yê Parastina Gel Murat Karayilan dibêje, Erdogan li meydanên hilbijartinê bangeşeyên bêbingeh û ji rastiyê dûr dike.

Armanca PKK ne perçekirina Tirkiyê ye. Armanca PKKyê biratiya gelan û demokratkirina komara Tirkiyê ye. Lê Erdogan ji bo serkeftina xwe, dixwaze HDPyê wekî rêxistinek terorî nîşan bide.

Karayilan herwiha bersiva Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu jî da û got, PKK bidawî nehatiye. PKK di dema xwe ya herî bihêz de ye û di sala 2019an de, dê pêngavên nû û girîng bavêjin.

K24
Top