• Friday, 20 February 2026
logo

Li Kayserî du erdhej li pey hev çêbûn

Li Kayserî du erdhej li pey hev çêbûn

Li bajarê Kayserî yê Tirkiyê du erdhej li pey hev çêbûn. Li gor Rasathaneya Kandîllî, li navçeya Incesu demjimêr 14:47 deqe bi hêza 4.9 û demjimêr 14:53 deqe jî bi hêza 4.2 pile du erdhej çêbûne. Hat ragihandin ku li gelek bajaran hest bi erdhejê hatiye kirin.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê paşlerze erdhejên nû berdewam in. Rasathaneya Kandillî ragihand ku li navçeyên Saraycik û Încesu yê Kayseriyê du erdhej bi hêzên 4.9 û 4.2 pile çêbûne.

Erdheja demjimêr 14:47 deqe bi hêza 4.9 pile û kûrahiya wê 5 kîlometre bin erdê bûye. Erdheja demjimêr 14:53 deqe jî bi hêza 4.2 pile bûye. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) jî ragihand ku demjimêr 14:47 deqe li bajarokê Încesu erdhejek bi hêza 4.7 pile çêbûye û kûrahiya wê 12.8 kîlometre bin erdê ye.

Li gor AFADê, li Mereşa Bakurê Kurdistanê û Edene û Nevşehir ên Tirkiyê hest bi erdhejê hatiye kir. AFAD dibêje, li gor zanyariyên destpêkê heta niha tiştekî nerênî çênebûye. Piştî vê erdhejê demjimêr 14:48 deqe li bajarokê Hacilar erdhejeke din bi hêza 4.4 pile çêbûye û kûrahiya wê 7 kîlometre bin erdê bûye.

Li gor AFADê, piştî erdheja duyem demjimêr 14:53 deqe li bajarokê Încesu jî erdhejek bi hêza 4.3 pile çêbûye û kûrahiya wê 6,95 kîlometre bin erdê bûye.

Roja 6ê Sibata 2023an erdhejek bi hêza 7.7 pile li Mereşa Bakurê Kurdistanê çêbû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û bandor li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî kir.

Li gor amarên fermî, heta niha 46 hezar û 104 kes li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûne. Herwiha bi milyonan welatî jî derbider bûne û li hinek ji wan bajaran koçê destpê kiriye.

 

Rudaw

Top