Mesrûr Barzanî: Kurdistaneke bihêztir pêwîstî bi jêrxaneke pêbawer a bankî heye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, werçerxana me ya peredayîna dîjîtal dest pê kir û Kurdistaneke bihêztir pêwîstî bi jêrxaneke pêbawer a bankî heye.
Îro Sêşemê 7ê Adara 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bal kişand ser serdana xwe ya îro ya Nexweşxaneya Jinan û Jidayîkbûnê ya li Hewlêrê û got: “Bijîşk, peristar û karmendên vê nexweşxaneyê, sûdê ji xizmetên bankî yên takekesî dibînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kir ku armanca projeya Hejmara Min ew e ku yek milyon karmendên sektora giştî di nava du salan de beşdarî vê projeyê bibin.
Mesrûr Barzanî herwiha twîta xwe de diyar kir: "Kurdistaneke bihêztir pêwîstî bi jêrxaneke pêbawer a bankî heye."
K24
