Parlementoya Ewropayê pêwendiyên ligel Tirkiyê bi dawî kir
Di raporê de bi sedema îhlala mafên mirovan tê xwestin ku têkiliyên Yekîtiya Awrûpa û Tirkiyê bihêne rawestandin. Di vê mijarê de bang li Komîsyona Awrûpa û Konseya Yekîtiya Awrûpayê dihêkirin. Partiya gel ya Awrûpayê ku di parlementoyê de gurûba herî mezine, dixwaze hevdîtinên navbera Tirkiyê û Yekîtiya Awrûpayê bi temamî biqedin.
Di rapora îhlala mafê mirovan de parlementerê Hollandî Kate Piri behsa girtina Osman Kavala û Selahattin Demirtaş dike ku keyfî hatine girtin. Behsa zextên ser diyanete, girtina 160 rêxistinan, gendelî, zora ser civakên ayînî, rewşa awarte, behsa komisyona rewşa awarte dihêkirin ku hêj 80 hezar dosya li benda encamê ne.Ev mijar hemû di eleyhiya Tirkiyê de ne.
Li aliyê din Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ti wateya wê biryarê bo wan tuneye û ew ti giringiyê nadin wê biryarê.
Basnews
