• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka suneyên Îraqê bihêz dike

Gulan Media March 14, 2019 Nûçe
Amerîka suneyên Îraqê bihêz dike
Li gor gotinên peyvdarê eşîrên parêzgeha Neynewayê, Amerîka biryar daye daku, hevsengiya hêzê li Îraqê çê bike û suneyên Îraqê jî bihêz bike.

Peyvdarê eşîrên Parêzgeha Neynewayê Şêx Mizahim Hewêt, hikûmeta Amerîkayê biryar daye daku, suneyên Îraqê ji lawaziya niha rizgar bike û hevsengiya hêzê li Îraqê jî çê bike.

Şêx Mizahin herwiha diyar kir ku Amerîka biryar daye daku hêzeke 100 hezar kesî bo suneyên Îraqê damezrîne û ev hêza han pir çek bike.

Şêx Mizahim anî ziman ku ev projeya Amerîkayê tevahiya deverên sunenişîn yên Îraqê digre berxwe û hêza ku tê damezrandin ji tevahiya suneyên Îraqê ye û armanc ji damezrandina hêza han parastin û bihêz kirina suneyên Îraqê ye.

Top