• Friday, 20 February 2026
logo

Kerkûk- Wezareta Bergiriyê plan dike ku bi sedan donim zeviyên gundekî kurdan bike baregeheke leşkerî

Kerkûk- Wezareta Bergiriyê plan dike ku bi sedan donim zeviyên gundekî kurdan bike baregeheke leşkerî

Hewl tê dayîn ku bi sedan donim zeviyên çandiniyê li gundekî kurd ê ser bi navçeya Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê ve were dagîrkirin û bibe navendeke leşkerî ya artêşa Iraqê.

Welatiyê gundê Kulay Tepe yê ser bi qeza Daqûqê Îhsan Salih ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wezareta Berevaniya Iraqê nameyek ji rêveberiya Çandiniya Kerkûkê re şandiye ku 500 donim erdê çandiniyê li gundê Kulay Tepe ji bo avakirina baregeheke leşkerî were terxankirin.

Îhsan Salih dibêje: “Eraziyên herêmê yû bi dehan cotkarên gundê me ye û ji bo pêşîgirtina li vê hewldana dagirkirinê hewldan zêde bûne, lê gundî ditirsin ku hêzên leşkerî bi zorê werin û navendeke leşkerî li gundê me ava bikin û gund bi temamî dagir bikin.’’

Li gorî agahiyên BasNewsê, komîteyek ji Rêveberiya Çandiniya Kerkûkê çûne ser zeviyên gund, lê nayê zanîn çima çûne ser zeviyan.

Di meha borî de, artêşa Iraqê hewl da ku bi sedan donim erd li gundê Topzawa yê ser bi Kerkûkê dagîr bike, da ku xaniyan li ser ava bike û bike navçeyeke niştecihbûna leşker û efserên Iraqî, lê ew hewl ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve hat astengkirin.

 

Basnews

Top