Serokwezîr daxwaz ji tîma wezarî ya YNKê dike ku vegerin civînên Encûmena Wezîran
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Duşemê 6ê Adara 2023an, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi navê Encûmena Wezîran pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kir bo boneya salvegera Raperîna cemawerî ya sala 1991ê ku werçerxaneke dîrokî bû di xebata bizava rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de ji bo azadiyê. Serokwezîr tekezî li girîngiya hevhelwestî yekgirtîbûn û yekrêziya xelkê dilsoz û niştimanperwer ê Kurdistanê kir ji bo parastina destkeftên niştimanî û dakokîkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê.
Serokwezîr di beşeke din a axaftina xwe de ji tîma wezarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxwaz kir ku vegerin civînên Encûmena Wezîran, ji ber ku beşdarnebûna civînan û revîna ji berpirsyariyê, ti kêşeyekê çareser nake. Li ser vê mijarê Mesrûr Barzanî diyar kir: “Çendîn car in ji tîma wezarî ya rêdarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tê daxwazkirin ku beşdarî civînên Encûmena Wezîran bibin û di asta berpirsyariya xwe û baweriya xelk û parlamentoyê de bin. Bi nivîsa fermî jî ji wan hatiye daxwazkirin ku vegerin, lê belê mixabin heta niha rê ji wan re nehatiye dayîn ku beşdar bibin.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Encûmena Wezîran cihê xizmetkirina xelkê û çareserkirina kêşeyan e û beşdarnebûna civînan û revîna ji berpirsyariyê, kêşeyan çareser nake û berevajî wê, li hember sonda xwe ya yasayî û xelkê Kurdistanê dikevin ber berpirsyariya mezin.”
Di civînê de Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd di raporteke berfireh de kar û planên stratejîk ên Wezareta Perwerdehiyê pêşkêş kir, ku ji pêdaçûna programên xwendinê, rahênana mamosteyan, nirxandinên dibistanan, xizmetguzariyên dîjîtalî, jêrxana perwerdehiyê û beşdariya Herêma Kurdistanê di nirxandinên navdewletî de pêk dihat.
Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî pêşniyara dubare rêdana bi damezrandin û tomarkirina kompaniyên warê dermanan û pêwîstiyên bijîşkî pêşkêş kir ku çend sal in bi biryara Encûmena Wezîran rawestiyaye.
K24
