Hewlêr û Bexda ji rêkeftina li ser Kerkûkê nêzîk dibin
Guftûgoyên aşkere yên Hewlêr û Bexdayê li ser Kerkûkê destpê kir, PDKê ku di heyama bûrî de gelek li ser rewşa Kerkûkê axivî, geşbîn e ku pirsgirêkên Kerkûkê çareser bibin.
Endamê Serkirdatiya PDKê Ehmed Kanî ji K24ê re got: “Kerkûk beşeke girîng a mada 140 ye. Rewşa piştî 16ê Cotmehê dirust bûye, naxwastî bû. Lê niha û piştî serdana Serok Barzanî ji Bexdayê re, araste ber bi başiyê ve hatine guhartin û hevtêgihîştineke baş heye hem di navbera Serok Barzanî û Adil Ebdilmehdî û hem di navbera hikûmeta Bexdayê û hikûmeta Hewlêrê de. Rêkeftina Kurd di nava xwe de pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê zûtir çareser dike.”
Ji aliyekî din ve, endamê Polîtburoya Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê Reza Cewad Teqî ji K24ê re got: “Dema birêz Adil Ebdilmehdî Serokwezîrtî wergirt, berê hemû pirs ber bi çareseriyê ve bûn, ev jî bi alîkariya her du aliyan Hewlêr û Bexdayê. Me dît ku pirsa mûçe û budceyê hatin çareserkirin û pirsa Pêşmerge û Kerkûkê jî niha guftûgo li ser hene û berê wan li çareseriyê ne.”
Derbarê pirsa Kerkûkê de jî got: “Niha Bexda di wê baweriyê de ye ku divê li wî bajarî hevsengî hebe û hemû pêkhate beşdarî çareseriyê bibin. Dubere dikim, niha me qonaxa qeyranê derbas kir û di qonaxa çareseriyê de ne.”
Bi nêzîkbûna pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, tê çaverêkirin girêkên Hewlêr û Bexda ber bi vekirinê biçin û beşeke nû ya pêwendiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de destpê bike.
K24
