Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran dike
Ajansa “Reuters” li ser zarê berpirsekî Amerîkî veguhastiye, Washingtonê destpêkirina operasyoneke leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê bi girîngî nabîne, ji bo parastina berjewendiyên ewlehiyê yên Tirkiyê.
Wî berpirsê Amerîkî ku nexwastiye navê wî were aşkerekirin got, bi Tirkiyê hin guftûgo derbarê mîkanîzma ewlehiyê û navçeya aram li bakurê rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina metirsiyên ewlehiyê yên Tirkiyê hebûn.
Da zanîn jî, hîna jî guftûgo li ser mîkanîzma ewlehiyê hene, lê di dîtina Amerîka de ew pirs pêwîstiya wê bi operasyoneke leşkerî nîn e.
Pêştir berpirsekê Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê ragihandibû, Enqere û Washingtonê di guftûgoyan de ne ji bo bi hev re operasyoneke leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê encam bidin.
Tirkiye ji bo parastina berjewendiyên xwe, çendîn car in gefa êrîşekê li ser navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê û rojhilatê Firatê û bidawîkirina desthilatdariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dixwe.
