• Friday, 20 February 2026
logo

Şandeke Parlamentoya Ewropayê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike

Şandeke Parlamentoya Ewropayê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike

Şandeke Parlamentoya Ewropayê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike û ligel rayedarên payebilind, hejmarek mijarên girîng gotûbêj dikin.

Îro şanda Parlamentoya Ewropayê serdana Bexdayê kir û ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û pêwendiyên navbera Iraq û Ewropayê yên hemû warên cuda û rêyên bihêzkirina wan pêwendiyan hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de tekezî li alîkarîkirina Iraqê ji bo rûbirûbûna bandora guherîna keş û hewayê û vegerandina pereyên dizîkirî yên Iraqê û peyrewkirina siyaseta hevseng di pêwendiyên Iraqê hat kirin.

Şanda Yekîtiya Ewropayê vê serdena xwe wek nadir bi nav kir û li gor karnameya wan jî, biryar e sibe serdana Herêma Kurdistanê bikin û ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê hejmarek mijarên hevbeş û girîng gotûbêj bikin.

 

K24

Top